‘ALİMÊ ‘AMİL ŞÊX FETHULLAHÊ WERQANİS

  • PDF

 

    Di dewra Osmanîyan de,li Kurdistanê tekye ê şêx û meşayixa di ‘eynî wextê de mekteb û medrese bûn.Gelê Kurd li ber destê şêxa hem fêrî adab û erkanê terîqê dibûn.Hem jî fêrî xwendina Qur’anê w ‘ilmê Îslamê dibûn.Dîn û  dinya xwe nas dikirin.Yek ûlema ê ekradê navdar jî ‘alim û metsewifê hêja zana û pisporê zimanê Kurdî Şêx Fethûllah Werqanisî ye.

  Sed heyf û mixabîn em ji dîroka welidandina wî ne agahdarin.Lê em di zanin ku di serê qirna 19. de li Werqanisa Sêrtê hatiye dinê.Li gorî ku Zeynel ‘Abidîn Zinar di serê El Hemaîl û Fî-şemaîla wî de dibê navê bavê wî Şêx ‘Evdurrehîm e.Nêvîyê wî rehmetîyê Şêx Xiyaseddîn di rêzkirina şecera malbatê de neseba  kalikê xwe dibe dighîne Sultan Şêxmûsê zûlî yê Mêrdînî.Yusuf Nebhanî jî neseba Sultan Şêxmûs dibe dighîne hezretî ‘Ûmer.Eger ev şecere rast be Şêx Fethullah Werqanisî bi neseba xwe Kurd nîne ji nesla Hezretî ‘Umer e. Malbata wan hatine di nav Kurda de bi awayeke tabîî asîmile bûne û bûne Kurd.

    Şêx  Fethullah Werqanisî cara ewil li ber destê bavê xwe perwerde dibe.Paşê li gor’adetê herêmê di mederseyên Kurdistanê ê muxtelif de digere.Ji ‘alimên cûr be cûr fêrî ‘ilmê îslamê dibe.Çend seydayê wî yê meşhûr evin.

    Nêvîyê Mewlana  Xalidê Şehrezorî Mele ‘Evdirehman,Xelîfê Ğewsê Hîzanê Şêx Xalidê Orekî,Mele ‘Evdirrehmanê Merekendî Hecî Teyîb Efendî yê Mûşî.Tê gotin ku Şêx Fethullah îcaza xwe ji hecî teyib efendî sitendî ye.Şêx Fethullah piştî ku destûrname a seydatîyê sitendî ye.Dest bi muderristîyê kiriye.Da ku gellê xwe bi ‘elimîne.Wan perwerde bike.Şêx fethullahê Werqanis hem  li Norşînê hem jî li Bedlîsê muderrîstî kiriye.Li ber destê wî gelek ewladên Ekrada perwerde bûne.Şêx Fethullah xelîfetîya terîqa nexşebendî ji Şêx ‘evdirrehmanê taxê wergirtîye.Li vir şayanî bîranînê ye ku em bêjin:

    Di dewra Osmanîyan de li Kurdistanê tekye ê şêxa di ‘eynî wextê de hêlîna perwerdehîya ola Îslamê bûn.Her tekyekî medresa xwe hebu.Zarokên Kurda di wan medresa de perwerde dibûn.Di warê têgihîştin û perwedehîyê de van medresa ji gel re xizmetek giranbiha û payeberz pêk anîne.Wek Medresa Sor û Norşîn û Hizan û Axtepe û Tîlo û Tağê medresê Kurrdistanê gelek kesên şareza ji seraya Osmanîyan re jî yadîgar hiştine.Dîsa ev medrese di dewra xwe de xwedî gelek berhemên giranbiha bûne.Îro jî gelek pirtukên giranbiha di pirtukxana van medresa de li benda muxatabê xwe ne.Em hêvîdarin wê lêkolînêrên kurd li kuçe û kolanên van medresa belav bibin.Û ji nû ve wan pirtuka teqdîmnî nifşa nû bikin.

    Wek Se’îdê Kurdî,Ğewsê Hîzanê,Hezretê Norşînê û gelek kesên meşhûr li ber destê wî perwerde bûne.Şêx Fethûllahê Werqanis tenê bi têgihîştina feqî û sofîya qani’ nebûye.Di gel dersdana terîqet û şerî’etê gelek berhemên giranbiha jî ji gellê xwe re yadîgar hiştî ye.Çend berhemên wî yê ku em jê agahdarin evin:

    1:EL hemaîl û fî şemaîl:Ev berhema şêx fethullah bi zimanê Kurdî wek pexşan hatiye nivîsandin.Bi rastî ev berhem di warê siyerê de berhemek giranbiha ye.Çi  rabûn û rûniştin çi xeml û li xwe kirin,çi îzdîwac û hal û ehwalê derva û hudur,çi ken û çi şîn û huzn ji destpêkê bigre  heta dawîyê temmamê awayê jiyana hezretî pêxember di vê berhemê de hatine vekolan.Piştî wefata Şêx fethullah Mele Nûrullahê Kodişkî ev berhem wergerandîye ser forma helbestê û ji nû ve bi tîpên ‘erebî nivîsî ye.Paşê jî Zeynel ‘Abîdîn zinar ev berhem bi tîpên latînî transkrîp kiriye û di gel orjînala wê di nav weşanên Doz de weşandî ye.

   2:Rîsaletul Kufrî wel Kebaîr:Şêx fethullah ev berhem li ser babetên kufrê û gotinên ku gunehê mezin jê peyda dibin û dînê însan di hedimînin nivîsîye.Ev berhema han jî teref Zeynel ‘Abîdîn zinar ve di nav weşanên pencînar de hatiyue weşandin.

  3:Aqida îmanê:Şêx fethullah ev berhema xwe a hêja li ser bawerî û erkanên aqîda îslamê  hunandîye.Zeynel ‘abîdin Zinar jî wergerandîye ser tîpê latînî û di gel orjînala wê di nav weşanên pencînar de weşandî ye.

    Şêx Fethullah Werqanisî jî wek selefên xwe ê mutesewif bê sekn û hedan ji bo îrşada gellê xwe gund bi gund bajar bi bajar gerîya ye û gellê xwe îrşad kiriye.Di saxîtîya Seydayê Taxê de Şêx Fethullah tê li Norşînê bi cîh dibe.Di medrese a Norşînê de ji bo perwerdehîya zorokên Kurda dersê dide feqîya.Piştî wefata Seydayê Tağê dikeve dewsa wî û hem ewladên wî û hem jî xelîfeyên wî di warê terîqet û  şerî’etê de perwerde dike.Di gel tesewufê Şêx Fethullah gelek ehmmîyet dida zanînê.Lewra wî baş di zanibû ku terqiqeta bê şerî’et wek teyrê bê bask û per e.Di medresa Şêx Fethullah de telebeyên  wî fêrî gelek ‘ilma dibûn.Pirtukxane a wî jî pir dewlend bû.Şêx fethullah gelek pirtukên di pirtuxana xwe de ji ber  kiribû.Ku  Fethul barî ya Îbnî Hecer û kitêba Remelê ji wan bûn.Ev herdu kitêb jî ji gelek cîldan pêk dihatin.Şêx Fethullah gelek ehemmîyet dida perwedehî û îrşada gel.Ji lew şev û rojê xwe kiribû yek û ji bo irşadê di xebitî.Havînê geh peya û geh bi welaqa zivistanê jî bi likan û tawika gund bi gund digerîya.Sofîyên xwe li ser edebû erkanê terîqeta nexşebendî îrşad dikir.Li nêk Şêx Fethullah adab û terbîye a nefsê gelek muhîm bû.Ji lew ewil di xwest ku pozbilindî ya nefsê bişkîne. Paşê hê telebe û murîdên xwe perwerde bike.

   Bi rastî li kurdistana bakur di warê ‘elimandin û teswûfê de giringîya Medresa Norşînê û Şêx Fethullah werqanis li nêk ehlê ‘ilmê bê nîqaşe.Lewra lawê seydayê taxê Diyaûddînê Norşînê li ber destê wî perwerde bûye.Û bûye xelîfê wî. Ku ta nuha jî bi hezaran ewladên Kurda ê wek mele Nesredîn  di Medresa Norşînê de perwerde bûne û ji gellê xwe re xizmet kirine.Gellê Kurd ji wê rojê û ta nuha qedr û qimetek pir bilind daye wan.

   Şêx Fethullahê Werqanis piştî ku wezîfa xwe li Norşînê di qedîne û beyreqa îrşadê teslîmî Hezretê Norşînê dike.Ji wir diçe li Bîtlîsê niştecî dibe.Û îrşadê didomîne.Şêx Fethullah û Hezretê Norşînê bi wesîla nameyan ji bo îrşada gel îrtibata xwe heta ku Şêx Fethullah wefat dike didomînin.

    Şêx Fethullahê werqanis 1900 ê miladî de li Bîtlîsê wefat kiriye.Û li bîtlîsê hatiye veşartin.Xelîfên wî yên ku piştî wî xizmeta wî domandine evin:

   1:Hezretê Norşînê Şêx Diyaûddîn.Piştî werqanis di medresa Norşînê de irşad û te’lîm domandî ye.Hezretê Norşînî jî wek seydayê xwe behra ‘ilmê ye.

   2:Birarzê Ğewsê Hîzanê Şêx ‘Evdiğeffarê Kiçik:

   3: Kurê Ğewsê Hîzanê Seyîd Hesen

   4:Şêx Mele Ehmedê Qerokyî

   5:Mele Hesenê Heyderî.Piştî wefata şêxê xwe çuye li Medînê niştecî bûye û li wir irşada xwe domandî ye.

   6: Melle ‘Emerê Xorosî.

   Ruhê wî şad qebra wî ronî be.Xwedê Te’ala meqamê vî murşîdê kamil li ba xwe bilind ke.Û bi rehma xwe şa ke.

BU MAKALEYİ SOSYAL MEDYADA PAYLAŞ

Yorum ekle

Güvenlik kodu
Yenile